2026-03-21 08:51:00
Femînîstan, karkeran, şoreşgeran, anarşîstan, aktîvîstan, sazî û rêxistinan re bangek me ya vekirî heye: di Newrozê de ala trans û LGBTÎ+ bi hev re hilgirin!
Her sal em li qada Newrozê ya ku bi hev re li dijî dewletê û siyaseta wê ya inkarê radiwestin, ji ber alayên xwe têne armanc kirin. Ji aliyê komên mêran ên ku ji patriyarkayê têne xurtkirin û xwe wekî tenê xwedîyê qadê dibînin, bi bahaneyên cuda re em têne şîdetê. Tevî şîdeta mêran ya ku bi awayekî çeteyî dixwaze hebûna me ya li qadê asteng bike, em ê li qadê bimînin û xwe rêxistin bikin.
Di Newrozên berê de, ji ber alayên me û hebûna me, em bi şîdeta fizîkî, psîkolojîk û gotinî re rû bi rû man. Heman komên mêran jî ji êrîşa li zarokan ne terîsan. Wekî ku em li dijî siyaseta inkar û asîmîlasyona dewletê radiwestin, em ê her wiha li qada Newrozê ya ku bi sedhezaran bi daxwaza aşitî, azadî û wekhevî têne civîn, li dijî van şîdetan, tirsandin û çeteyîbûnê têkoşîna xwe bidomînin. Em lubunya ne, em trans in, em Kurd in. Em di bîranîna van axan de, di berxwedan û serhildanê de hene. Newroz jî ya me ye.
Em we, hevalên me yên têkoşînê, bang dikin ku li dijî wan kesên ku bi siyaseta nefretê ya dewletê ya ku trans û lubunyan dikin armanc re digerin, bi me re hevgirtinê bikin.
Li kolanan, di çalakiyan de, di Newrozê de; em hemû dost û sazîyan bang dikin ku ala lubunya bi me re bilind bikin û alayên trans û rengên kesane (gokkuşağı) biparêzin. Vê Newrozê de di kortejên xwe de li gel alayên xwe, ala lubunya jî bilind bikin. Têkoşîna me hevpar e.
Newroz pîroz be! Bê trans û lubunya jiyan nabe! Newroz ya min e, ya te ye, ya me hemûyan e!